• DOLAR 32.697
  • EURO 35.202
  • ALTIN 2444.096
  • ...
Li Entabê qeza: 15 mirî, 22 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyek qeza kir û ji bona wê erebeyê jî ambûlans û îtfaîye hatin sewqkirin û wan ambûlans û îtfaîye jî li ser rê disekinîyan û otobûseke aîdê fîrmayeke bi taybet ya Dîyarbekirê û erebeya weşana zindî ya Ajansa Xebera Îhlasê di paş de li ambûlans û îtfaîyeyê qelibîn.

Di encama qezayê de bi tevî 2 karkerên ÎHAyê û bi tevî rêwîyan 15 kes canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cihê bûyerê re gelek ambûlans hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Dawut Gulê Walîyê Entabê, derheqê qezayê agahîyan da û weha got, “Li gor tespîtên ewil, di qezaya ku otobus, ekîba xilaskirinê û ambulansê da li ser 20emîn kîlometreya rêya TAG a navbera Entab û Nîzîpê; 3 jê îtfaiye, 2 xebatkarên tenduristiyê, 2 rojnameger bi giştî 15 welatiyên me rehmet kirin û 22 welatiyên me jî birîndar bûn. serê miletê me sax be.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir