Ji rejîma îşxalê ya sîyonîstan êrîş li ser Nablûs'ê hat kirin: Şehîdek û 70 birîndar
Arteşa qaşo ya rejîma îşxalê ya sîyonîstan, êrîşek li ser bajarê Nablûs'ê kir, di encama êrîşê de xortek Filistînî şehîd bû, herî kêm 70 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Heyva Sor a Filistîn'ê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku, arteşa qaşo ya rejîma îşxalê ya sîyonîstan, êrîşek li ser Navenda Yekîtîya Stargeh a Jinên Filistînî ya ku li bajara Nablûs'ê ye kir.
Hat ragihandin ku îşxalkerên sîyonîst guleberdanek li kesên ku bertekê nîşan dane kirine û di encama guleberdanê de xortek şehîd kirine, herî kêm jî 70'ê kesan birîndar kirine.
Hat diyarkirin ku rewşa 3 birîndaran giran e.
Rejîma îşxalê pir caran li ser Şerî'a'ya Rojavayê û Quds'a Rojhilatê êrîşan dibin li ser mal û dikanan û bi îddî'ayên cuda Filistînîyan êsîr digire.
Arteşa qaşo ya rejîma îşxalê ya sîyonîstan, di 6 mehên 'ewil ên vê salê de nezî 1600 caran êrîşî li ser axên Filistîn'ê kirin e. Di van êrîşan de herî kêm 60 Filistînî şehîd bûn, nezî 6 hezar Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)