Fransa di bin bandora bahoz û barana zêde de ye
Li welat piştî ku ji serê mehên havînê vir ve 4 pêlên germê pêk hatine, aniha jî baran û bahoz bi bandor e.
Rêvebirina Meteorolojîyê ya Fransa'yê, rîska alarma "pirteqalî" ya ku niha li 5 parêzgehên li başûrê Fransa'yê ji ber rîska bahozê û barîna baranê dewam dike, li parêzgehên Seine-Maritime, Calvados û Manche yên li bakurê Fransayê dirêj kir. Bi vî awayî hejmara parêzgehên di hişyariya "pirteqalî" de ne derket 8'an.
Hemî parêzgehên din ên welêt ji ber heman sedemê di alarma 'zer' de ne. (ÎLKHA)