• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Ji Emerîka'yê daxuyaniya S-400'ê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Ned Prîce yê Berdevkê Wezareta Karên Derveyî yên Emerîka'yê ve hat kirin de van îfadeyan hat gotin, "Ev êrîşa Rûsya'yê a bêrehm û bêheq ya li ser Ûkrayna'yê, ku di hinek waran de ji bo hemû welatan girîng e ku xwe bi sektora parezvanîyê ya Rûsya re mijûl nekin bi berdewamî li ser disekinin. Em ê bisekinin û bibînin ku ka wê çi bibe, encax em ji geşedanekî nû agahdar nînin."

Li gor ajansa nûçeyan a Rûsî TASS, Tirkiye û ji bo desteya duyem a S-400'an peymanek nû îmze kirine.

Li gorî nûçeya TASS'ê, Midûrê Serwîsa Hevkarî Teknîk-Leşkerî ya Federal Rûsya'yê Dmîtrî Şugayev diyarkiribû ku Tirkiye ji bo tedarîka desteya sîstema parezvanîya asîmanî ya S-400'ê peymanek îmze kiriye.

Serokatiya Pîşesaziya Parezvaniyê di heqê mijarê de daxuyaniyek belav kiribû û di daxuyaniyê de wusa gotibû, "Geşedanek nû tune ye. Pêvajo li gorî peymana 'ewil berdewam e." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir