• DOLAR 34.624
  • EURO 36.628
  • ALTIN 2907.4
  • ...
Yapicioglu: Eger ku hiqûqa biratîyê bê tesîskirin ew ê “Meseleya Kurd” bikeve rêya çareserîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku li Agirîyê civînan tertîp kir û bi endamên çapemenîyê re hat cem hev ji pirsên çapemenîyê re bersiv da.

“Eger ku hiqûqa biratîyê bê tesîskirin ew ê ‘Meseleya Kurd’ jî di demeke kurt de bikeve rêya çareserîyê”

Yapicioglu derheqê Meseleya Kurd û pêvajoya çareserîyê de weha axivî:

“Meseleya Kurd çareser nebûye, hêna jî bêvîya çareserîyê ye û ji wan meseleyên ku li Tirkîyeyê yê ew ê herî muhîmin yek e. Me di wê pêvajoya ku navê wê pêvajoya çareserîyê hatibû dayîn de gotibû ku wê pêvajoyê ew ê çareserîyê neyne. Çîmkî di temelê de hinek xelatîyan dihat kirin. Ev mesele meseleyeke heq û hiqûqê ye. Eger ku meseleyek meseleya heq û hiqûqê be wê demê heqên temel nabe meseleya bazarîyê û ji tu şertekî re jî nayê girêdan, gerek ev rastîyê jî ji ber çavan dûr nexin. Ger ku tiştekî heq be tu nikarî wê tiştê bikî meseleya bazarîyê. Ger ku tiştekî heq ne hewceye ku hûn bi hinekan re rûnên  mizakereyê bikin. Eger ku hûn bawerin ku ev heqekîye hûnê rûnên, eger ku vegerandina qanûnê hewce be vegerandina qanûnê; danheva îdarî be danheva îdarî, vegerandina makuqanûnê hewce be vegerandina makeqanûnê bikin, hûnê bi vê şeklê dikaribin vê tiştê bikin. Lê ev tiştan nehat kirin, hat gotin ku ew ê li gorî encamên mizakereyê gav bên avêtin.

Îro jî eger ku pêvajoyeke wisa dest pê bike xelatîyên wê demê dîsa bên kirin û dîsa di ‘eynî rê de bê çûndin ew ê encameke ‘eynî bê bidestxistin. Ger ku bi rastî tê xwestin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin pêşî îradeyeke saxlem û samîmîyetek lazim e. Di pirsgirêkê de usûleke rast, alîyekî rast û metodekî rast hewceye. Eger ku ev çêbibin elbet ev mesele ew ê çareser bibe. Biratî bi tenê bi gotinê nabe, bi tenê kirina edebîyatê jî nabe, eger ku hiqûqa biratîyê bê tesîskirin ez bawer im ku eger xelq jî ev samîmîyetê bîbine ew ê di demeke kurt de ev mesele bikeve rêya çareserîyê. Elbet çareserîya temamê pirsgirêkan ew ê hinek wext bigre. Lê ev ê herî kêm ew ê ev mesele bikeve rewşekî dinê, ew ê di xelqê de jî rehetîyeke mezin ya ku ev mesele ketîye rêya çareserîyê çêbibe. Em di vê bawerîyê da ne. Ji ber vê yekê em bêvîya îradeyeke samîmî yê ku van gavan bên avêtinin.”

Yapicioglu ji pirsên derheqê îttîfaqê de jî bersiv da û derheqê îttîfaqê de jî weha got:

“Gelo HUDA PAR di Hilbijartinê de ew ê di nav îttîfaqek de cih bigre? Ev mimkin e, dibe ku di îttîfqekî de cih bigre. Ev sîstema ku heye partîyên sîyasî mecbûr dihêle ku bikevin nav îttîfaqekî. Em bi HUDA PAR di nav fikreke ‘em ê mitleqe di nav îttîfaqê de cih bigrin’ de nînin. Di hilbijartina 2018an de jî ‘eynî şert hebûn û HUDA PAR jî bi tenê ket hilbijartinê, di 81 bajaran de jî namzedên xwe nîşan da. Em ji hilbijartinê re hazirîyê dikin, di nav lêgerîna îttîfaqekî de nînin, dema ku teklîfeke îttîfaqê were em ê wê teklîfê bifikirin, di nav partîya xwe de em ê xeber bidin. Eger ku em qerar bidin ku ji bona menfeatê welatê me baş be, ji rêgezyên me re jî munasîb be em ê dikaribin di nav wê îttîfaqê de bi cih bigrin lê teklîfeke ku em nikarin qebûl bikin be em ê wek çawa ku ji hilbijartina 2018an re tenê ketin di vê hilbijartinê de jî em ê bi tenê bikevin.”

Yapicioglu derheqê hilbijartina Serokkomarîyê de jî axivî û weha got, “Niha kê namzedên hêj tam ne eşkereye, ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de tiştek bibêjin an jî li ser îhtîmalan xeber bidin tişteke ne rast e. Ger ku hilbijartin bibe, ku bibîne tura duyemîn em ê jî derheqê namzedên ku ji tura duyemîn re mane de qerarek bigrin û dema ku me wê qerarê jî girt em ê wê qerarê bi raya giştî re belav bikin.”

Em ne “Dînfiroşt in” em “Dîndar in”

Yapicioglu ji îddîayên ku HUDA PAR “partîyeke dînfiroşte” re jî bersiv da û weha got:

“Di welatê me de ji kesên ku hêqa difroşe re hêqfiroş dibêjin, kesê ku sola difroşe re solfiroş dibêjin. Em jî ji wan kesên ku ne dîndarin lê ji bona ku hezkirina xelqê qezenc bikin wek dîndaran xwe nîşan didin re ‘dînfiroşt’ dibêjin. Em ne ‘dînfiroşt in’. Em kesên ku micadeleyê dikin ku dînên xwe bijîn, emrên dînê xwe bi cih bînin û ji qedexeyên dînê xwe jî xwe dûr bixin in. Em dibêjin ku sîyaset jî tîcaret jî hemû tişt di nav daîreya meşru de be. Em wisa dikin di nav wê sînorê de bibin û sîyaseta xwe jî ji bona ku wisa bikin micadeleyê dikin. Mesela em ji hemberên xwe yên sîyasî re îftîrayan navêjin û em ê tu dem jî navêjin. Mesela em xelqê xwe naxapînin. Çîmkî pêxemberê ku me bawerî pê anîye gotîye ku, ‘Kesê ku me bixapîne ne ji me ye’. Em tu kesê naxapînin, em xapandinê di hişê xwe de jî derbas nakin. Mesele em tu dem destê xwe navêjin malê xelqê, raya giştî û êtîman. Mesela em ê tu dem vira nekin. Mesela em ê xwe ji edaletê şaş nekin… rêgezên me ev in. Belê em însanê dîndar in lê em ‘dînfiroşt’ nînin.”

“Em partîyekî ku ji hilbijartinê heta hilbijartinê ye nînin”

Yapicioglu di axavtina xwe de bal kişand ku ew tu dem partîyekî ku armanca wan ji hilbijartinê heta hilbijartinê ye nebûne, “Belê em hezkirina xelqê, alîkarîya xelqê dixwazin. Çîmkî em bawerîya ev fikrê ne ku dema ku fikrên me bibe îqtîdar him ew ê dinya û him jî axireta vê memleketê baş bibe. Herî kêm em ê ji bona ev armancê micadele bikin. Bi îzna Xwedê em ê malê xelqê ji bona xelqê bişxulînin.  Em ji bona ev tiştê dixebitin lê em ê nekevin rêya xeyrî meşrû bi îzna Xwedê. Yanê em bi tenê ji bona ku hezkirina xelqê, raya xelqê , alîkarîya xelqê ji wan bigrin em ê xwe nekin şekleke dinê an jî xwe ji xwe cuda nîşan nedin. Em ê bi xwe bimînin û peyder pey alîkarîyên xwe jî zêde bikin û bi vê şeklê bi îzna Xwedê ji welatê xwe re jî xizmetê bikin. Ewê ku li pişta min e xebate. Ez ê bi dil û can xebatên xwe bikim, ez ê bi dil û can biçim xelqê xwe, ez ê ji bona ku ji derdê wan re bibim derman, ku nikaribim bibim derman jî heta ji destê min bê bixebitim. Projeyên min hene… bi îzna Xwedê qedroyên ku vê karê bikar bînin di vê memleketê de heye lê wê rojê kînga were nizanim. Lê ez dikarim ev tiştê bibêjim, di vê warî de ev ê ku xuya dike ku me xwe pêşve birîye.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir