Êrîş li ser baregeha leşkerî ya Emrîqaya îşxalker ya li Sûriyeyê hat kirin
Hat diyarkirin ku ji Baregeha Leşkerî ya Et-Tanf a Koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Emrîqayê ku li başûrê Sûriyeyê ye re bi balafirên bê însan êrîşî lê hat kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Koalîsyona bi pêşengiya Emrîqayêyê ve hat dayîn de hat îddîakirin ku hêzên koalîsyonê û yek ji hêzên çekdar ên herêmê Magavir es-Sevra ji balafirên bê însan re bersiv dane û hinek ji wan jî bêbandor kirine.
Ev balafirên bê însan yên ku êrîşê kirine aîdî kê ye û li ku rabûye ti agahî nehatin bidestxistin, hat diyarkirin ku di êrîşê de ziyanên canî û madî çênebûne.
Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket.
Hat îfadekirin tehqîqata ku derheqê êrîşê hat destpêkirin berdewam dike.
Baregeha ku tê qalkirin, di navbera sînora Sûrîyeyê ya Iraq û Urdinê de ye. (ÎLKHA)