Ji rejîma îşxalker a sîyonîst êrîş li Surîyeyê
Rejîma îşxalker a sîyonîst, li bajara Tartusa ku li rojavaya Sûrîyeyê ye êrîşeke hewayî kir.
Li gorî xebera ajansa fermî ya Surîyeyê (SANA), êrîş di seat 20.50yan de hat kirin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê de hinek cihên aîdê hêzên rejîma Sûrîye a li derdorê Tartusê hatin hedefgirtin.
Di xeberê de hat îddîakirin ku ji artêşa rejîma Sûrîyeyê 3 leşker mirin, hinek leşker jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, ji sala 2011an ku dîroka destpêka herba nav welatê ye heta niha li Sûrîyeyê hinek cihên leşkerî hedef digre. (ÎLKHA)