Li Ermenistanê teqîn
Di encama teqîna ku li Erîvana paytexta Ermenistanê pêk hat de 1 kes mir û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teqîn di Navendeke Danûstandinê ya li Erîvanê di dikana fîşekên hawayî de pêk hat.
Tê diyarkirin heta niha kesek mir û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.
Sedema teqînê hêj nayê zanîn.(ÎLKHA)