Ji rejîma îşxalker a sîyonîst êrîş li Surîyeyê
Hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker a sîyonîst doh di seatên êvarê de êrîş li herêma Kuneytraya ku li başura Sûrîyeyê ye kir.
Li gorî xebera ajansa fermî ya Surîyeyê (SANA) doh di seatên êvarê de ji teref tanqên rejîma îşxalker ve êrîş li gundê Hamîdîyeya ku li bakura Kuneytrayê ye kir. Di encama êrîşê de 2 sîvîl jî birîndar bûn.
Artêşa Surîyeyê, herêma Kuneytrayê di sala 2018an de ji destê komên muxalîfan ku di sala 2013an de bidest xistibûn girt.
Ji sala 2011an heta niha li herêmê rageşî û gengeşî heye.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, ji Sûrîyeyê re sed caran êrîşan kirîye. (ÎLKHA)