• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Mehmet Yavuz di salvegera sêyemîn a wefata xwe de li ber serê qebrê xwe hat bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bernameya ku Goristan Hezretî Yusuf a li Kahta'ya navçeya Semsûr'ê de hat lidarxistin; ji xeyrî Huseyîn Yilmaz'ê Alîkariya Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê, endamên GÎK'ê yê HUDA PAR'ê, Serokê Şaredariya Kahta'yê Îbrahîm Yusuf Turanli, rêkxistinên navçe û bajaran yê HUDA PAR'ê, endamên partîyê, gel û malbata merhûm Yavuz beşdarî bernameyê bûn.

Bername piştî nimêja 'esrê bi xwendina Qur-an'a pîroz dest pê kir.

​Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Huseyîn Yilmaz

"Yavuz xwedî doz bû"

Huseyîn Yilmaz'ê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê di şitexalîya ku li ser qebrê ya merhûm kir de werê got,"Em di wefatkirina sala sisîyan ya birayê me yî Mehmet Yavuz hatin li cem hev. Ev birayê me hê di 46 saliya xwe de, civaniya 'umre xwe de wefat kir lê ev pir tiştên ku nare hundurê 46 salan çêkir, şop hişt. Bû kesî ku di jiyana xwe de şop hişt. Ji ber wê bi mîlyonan însan wî hez dike. Bi navê Mehmet Yavuz fikra wî, doza wî, mefkûra wî nas kirin. Mehmet Yavuz xwedî doz bû. Di perwerdekirina mirov de malbatê wî, li malê jî piştgirîya xanimê wî muhîm e. Lê tiştê ku mirov bilind dike doza wî ye. Doza kesî mezin be doz jî wî mezin dike. Kesekî bi doza xwe bigire, xwedî lê derkeve doz jî wî mezin dike. Ew jiyana zindanê dît, tengasî dît, dîsa jî dest berneda, di micadela xwe de dewam kir. Ev taybetîyên xwedî doz in. Xwedîdoz dest bernade, bedbîn nabe, ûmîdwar e. Mehmet Yavuz Xoce jî kesek werê bû, her tim li pêşerojê dinerî, li paşerojê nedima. Ji xortan xezdikir, bi wan bûn û şixulîna bi wan re pir hezdikir. Ji ber wê xwest ku milên xortên partîyê bidin wî. Serokê me yê Giştî jî wê erkê da wî. Di xwest ku dozê bi pir xweş ji wan re bêjî. Doz a me ne doza partî tenê ye. Doz a yekî partî be piştî ku ji partîyê derkeve navê wî jî tê jibîrkirin. Kesê ku doza wî li ser teklîyê rojane be bi mirina wî doza wî jî dawî dibe. Doza yekî Îslam û Qur'an be doza wî heta ebedîtî wê hebe. Ew dizanibû kî ew endamê partiya dozê bû û karê xwe jî li ser vê ya ava dikir."

"Dema ku micadeleya doza Îslam'ê dida qet girtîgehê"

Yilmaz bal kişand ku armanca wî doza wî bû, Yilmaz van îfadeyan bi kar anî, "Dema micadele kirina hakimîyeta Qur'an'ê, ders dayîna ji zarokan re a  Qur'na'ê û mezinbûyîna zorakan a li ser kesayetîya Îslam'ê jiyana zindanê dît. Piştî ji girtîgehê derket di micadeleya xwe de pir xweş dewam kir. Ji bo vê dozê di qada sîyasî jî mezin bike û ji bo haya komên mezin jê çêbike micadele da. Di astenga da asê nema, ji wan astengên derbas bû."

Serokê Şaredariya Kahta'yê Îbrahîm Yusuf Turanli

"Dema ku tê gotin Mehmet Yavuz pir tişt tê bîra me re"

Serokê Şaredariya Kahta'yê Îbrahîm Yusuf Turanli ragihand ku Mehmet Yavuz kesekê pir nerm û ahengdar bû.

Turanli di daxuyaniya xwe de werê got, "Min Mehmet Yavuz di hin dembuhêrkan de bi kesitîyên cuda naskir. Dema birayê me yî Mehmet Yavuz wefat kir ez li hecê bûm. Peyivîna Mehmet Yavuz a ku li kongreyê bû pir bandorê min kiribû. Xitabetek wîyê wusa hebû ku ji wê bandor nedîtin ne di deste de bû. Min da guhdarkirin ji hevalên xweyî li wir jî, ewan jî pir tesîra wî de ma bûn. Ji bo ku navê Mehmet Yavuz winda nebe me navê wî da parka Kanal Boyu. Meclîsa Şaredariya Kahta yê bi yekdengî vê biryarê da. Ji bo birayên me yî Mehmet Yavuz neyê jibîrkirin, ji bo ku kesekan ji wir derbas bû bila bêjin Mehmet Yavuz kî ye? Ji bona ku zarokên me bîrva nekin. Çimkî Mehmet Yavuz kesekî bêhempa yê li Kahta'yê mezin bûbû. Dema tê gotin Mehmet Yavuz pir tişt tê bîra me re. Sohbetkirina bi wî re kesan ciyawaz dikir. Kesekê çêker, hemêzker jê wêde her civaka ku însana hez dikir wan hemêz dikir. Me birayê xwe yî Mehmet Yavuz werê nasdikir."

Serokê HUDA PAR ê Semsûr'ê Mustafa Yetîş

"Hewceye ku doza wî bê hilbigirin û ji cihê ku ew jê berdaye bê dewamkirin"

Serokê HUDA PAR ê Semsûr'ê Mustafa Yetîş got ku gere doza Mehmet Yavuz bê fêmkirin, û werê li gotunên xwe zêde kir, "Ji bîranînê bêhtir gere em Xoceyê fêm bikin û bijîn. Çimkî ji me re jiyanek wisa hişt ku dibe hewceye ku doza wî bê hilbigirin û ji cihê ku ew jê berdaye bê dewam kirin. Jiyana wî wek helbestek, wek pirtûkek bû. Wek pirtûkeke her tim bê xwendin û qet nayê berdan bû." Yetîş, bi xwendina helbestekî gotinê xwe dawî kir.

Mehmet Comert'ê heval dozê Mehmet Yavuz

"Mehmet Yavuz mêrxas û 'egîd bû"

Mehmet Comert'ê ku heval dozê wî bû dema behsa Mehmet Yavuz dikir werê got, "Jiyana Mehmet Yavuz dişibiha îmana wî. Bi kurtayî mêrxas û 'egîd bû. Ez wî salên serê 90'î li Kahta'yê naskirim. Kesayetîyek wî ya cuda hebû. Kesayetîyên cuda bi çavên xwe, bi peyvên xwe, bi nêrînên xwe mirovan cezb dike. Diyar dibe ku nasnameyek wî ya ji însanên din heye. Axivkerek baş bû lê tiştê ku wî bi bandor dikir bawerîya wî ya ji dil ji gotinên xwe bû. Eger mirovek nikaribe bandor bike demek kî ji dil napeyive. Kesên wî hezdikir dixwest ku dîsa wî bibîne, dîsa wî guhdar bike. Kesên ku wek bendê Melayê Cizîrî bigere wî digerîyan. Bi rastî jî ew rahişt dilê me û çû."

Bernameya bîranînê bi du'a kirina Mahmud Yardim bi dawî bû. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir