• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Li Entabê du serwîs li hev qelibîn: 3 jê giran 22 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin du serwîsê karkerên ku plaqeyên wan 27 S 4647 û 27 S 3013 ne, dema ku di rê de diçûn li Taxa Çamlitepeya ku girêdayê navçeya Şehîtkamilê ye li hev qelibîn.

Di encama qezayê serwîsa bi plaqeya 27 S 4647 di rê de li ser kêlekê qelibî û 3 jê giran tev de jî 22 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û karkerên birîndar jî piştî midexeleya ‘ewil a tenduristîyê hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir