• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Di êrîşên li Nablusê de hejmarê şehîdan derket 3 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qetlîamên rejîma îşxalker a sîyonîst ku bû 3 roje li Xezzeyê dike bû sedema mirina 45 kesan û birîndar bûna 360 kesan, ev qetlîamên îşxalkeran hêj berdewam dike.

Rejîma îşxalker îro jî li bajara Nablusa Şerîaya Rojava êrîşan kir.

Sîyonîstên ku li Nablusê avahîyek dorpêç kirin, avahîyê bi fuzeyan teqandin. Di encama bersivdayîna berxwedanên Filistînî pevçûn derket.

Wezareta Parastina Filistînê jî daxuyand ku di êrîşan de heta niha 3 kes şehîd bûn û 4 jê giran 40 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin kesên ku şehîd bûne navê wan Îbrahîm Nablusîyê fermandarê Tugayên El Fetîhê, Îslam Sabbuh û Huseyîn Taha ye.

Tugayên El Aqsa ya teyrên leşkerî ya hereketa Fetîhê, derheqê şehîdan de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ê xwîna şehîdan ji bona berxwedanê bibe alîkerîyeke mezin, bal hat kişandin ku ew ê îzîn nedin ku rejîma îşxalker a neyar, Filistînê bike bin destê xwe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir