• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Rejîma îşxalker êrîş li Nablusê kir: Şehîdek, 30 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Hîva Sor a Filistînê ve daxuyanîyeke niviskî hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku bi gotin artêşa rejîma îşlxalker a sîyonîst, li bajara Nablusa ku li bakura Şerîaya Rojavayê ye êrîş li xanîyek kir.

Hat ragihandin îşxalkeran di dema êrîşê de gule berê xanî dan û Filistînîyek şehîd kirin û 30 Filistînîyan jî birîndar kirin.

Guwahên dîdar, destnîşan kirin ku di êrîşê de Îbrahîm Nablusîyê fermandarê Tugayên El Fetîhê yê li Nablusê hat qetilkirin.

Hat îfadekirin ku rewşa 4 birîndaran giran e.

Sîyonîstê îşxalker, li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat a ku di bin îşxalê da ne tim û tim êrîşan li malan dike û Filistînîyan jî bi tomarên cuda êsîr digre. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir