• DOLAR 32.54
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2454.82
  • ...
Di êrîşên Xezze'yê de 1675 avahî xesar dît
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Avahiyê û Meskenyarkirina Xezze'yê bîlançoya ku di êrîşên dawî yên rejîma îşxalker a sîyonîstan a li ser Xezze'yê de parve kir.

Li gorî wê daxuyaniyê di êrîşên ku 3 roj ser hev hat kirin de 1675 avahî xisar dît. Ji van avahiyên 18 heb bi temamî hilweşîyan û 71 ji wan di asta ku nayên jiyandin de zirar dîtine.

Rayedarên wezaretê di daxuyani ya ku duh ragihandi bûn de gotin ku, di pêvajoya rakirina enqazan de sedî 90'î xelas bûye û ji bo avakirina ji nû ve re hazirin.

Rayedarên ku dibêjin ku destpêkirina ji bo ji nû ve avakirinê re bende fona ne û ji bo ji nû ve çêkirinê hewldanên Misr û Qatar'ê hene.

Rayedaran diyar kirin ku fonên ji bo ji nû ve avahîkirinê ji teref rejîma îşxalker ve tê astengkirin lê bawerin ku ev rewş di demek nêz de çareser bibe û balê kişand ku ji bo rakirina astengan hewceye zextê navneteweyî bê kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir