• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Rûsya: Me 45 ton cebilxaneyê ku dewletên NATO'yê sewq kiribûn îmha kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Wezareta Parezvaniya Rûsya'yê Îgor Konaşenkov got ku, 45 ton cebilxaneyê ku dewletên NATO'yê şandibûn, li herêma Mikolayîv'ê Ûkrayna'yê de hat îmhakirin.

Konaşenkov îfade kir ku di encama êrîşa li ser Tugaya Mekanîze ya 72. a pozîsyona demî yên Hêzên Biçek a Ûkrayna'yê ku li herêma Donetska Ûkrayna'yê de bû li dor 130 leşker û 8 erebeyên bizirx hat îmhakirin.

Konaşenkov bal kişand ku êrîşên hêzên Rûs a li ser hêmanên leşkerî yên Ûkrayna'yê dewam dike û diyarkir ku di 24 se'etên dawî de hêzên me li 3 navenda birêveberîyê, sîstema fuzeyên balafirşikêna Bûk-M1 û 5 depoyên muhimatan xistin.

Konaşenkov îfade kir ku, "Li nêzî wergehan ku di herêma Voznesenks'a Mikolayîv'ê de, depoya 45 ton cebilxaneyê ku dewletên NATO'yê sewq kiribûn Ji Hêzên Biçek a Ûkrayna'yê hat îmhakirin."

Konaşenkov ragihand ku heta îro li Ûkrayna'yê 263 balafir, 145 helîkoptêr, 1701 balafira bêînsanî, 362 sîstema fuze ya parastina hewa, 4 hezar û 262 tank û 'erebeyên bizirx, 789 roketavêja pir bilûle, 3 hezar û 273 obus, topa hewanê û 4 hezar û 756 'erebeyê leşkerî yên taybet hatin îmhakirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir