Rejîma îşxalker a sîyonîst xanîyên êsîrên Filistînî xira kir
Hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker a sîyonîst, xanîyên êsîr Esat el-Rıfaî û Subhî Ebu Şukeyr bi teqemenîyê xira kir.
Bi gotin leşkerên rejîma îşxalker ên ku hatin gundê Rummanaya li bajara Cenînê, teqemenîyê kirin nav malên 2 êsîrên ku di zindanan da ne.
Filistînîyan jî berîya xirakirinê, ji îşxalkeran re bertek nîşan dan. Di encama şer de gelek Filistînî birîndar bûn.
Dû re îşxalkeran mala 2 êsîran xira kirin.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êsîr Esat el-Rıfaî û Subhî Ebu Şukeyrê ji ber sedema ku ew di 5ê Gulanê sala 2022yan de 3 sîyonîstan kuştine û 4 sîyonîstan jî birîndar kirine sûcdar dike. (ÎLKHA)