• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Karsazên Urdinî ji bo Xezze'yê kampanyaya bexşê dan destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komela Karsazên Urdinî ku bi navbeynkarîya Saziya Alikariya Haşîmî ya Urdin'ê diyarkir ku kampanyaya bexşê ya bi navê "Piştgirîya birayê me yî gelê Filistînîyên li Şerîda Xezze'yê" dane destpêkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref komeleyê ve hat dayîn de bang li civata karsazan hat kirin ku beşdarê kampanyayê bibin û ji bo parastina dîn û welatê xwe piştgirî bidin têkoşîna birayê xwe yî gelê Filistîn'ê.

Di daxuyaniya ku di nav de êrîşên rejîma îşxalê yên dawî ku li ser Xezze'yê hat kirin de hat şermezandin û bang ji civata navneteweyî ku ji bo sekinandina êrîşan mesûliyetan bistînin hat kirin.

Di êrîşên rejîma îşxalker a li ser Şerîda Xezze'yê de heta niha 44 kes şehîd bûn, 360 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir