4 keştiyên din ji benderên Ûkrayna'yê derketin
Wezareta Parêzvaniyê diyar kir ku, 4 keştiyên ku li benderên Ûkrayna'yê sekinandîbûn derketin rê.
![4 keştiyên din ji benderên Ûkrayna'yê derketin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/rS3fkxQgSO-8BEjUrU0SpkmEhBQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/31/4-kestiyen-din-ji-benderen-ukraynaye-derketin-0c3b6bdb.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Parêzvaniyê ve hat dayîn de ev hat diyarkirin:
"Di çarçoveya sewqiyeta zad de; keştiyên ku navê wan MUSTAFA NECATÎ'yê ku diçe Îtalya'yê û 6 hezar ton rûnê gulberojê têde ye; STAR HELENA'yê ku diçe Çîn'ê û 45 hezar ton guhara gulberojê têde ye; GLORY'a ku diçe tê Stenbol'ê û 66 hezar ton garis têde ye; RÎVA WÎND'a ku diçe Îskenderûn'ê û 4 hezar ton garis têde ye ji Ûkrayna'yê hereket kirin. Keştî li bakûra Stenbol'ê i teref Navenda Koordînasyona Mişterek ve bê kontrolkirin." (ÎLKHA)