Ji 2 kesên ku pezkuvîyan neçîr dikin re 507 hezar lîre ceza
Li Semsûr'ê ji 2 kesên ku nêçîra pezkuvîyan dikirin û li ser sûc hatin girtin re 507 hezar lîre ceza hat birîn.
Di daxuyaniya ku ji teref Midurtîya Giştî ya Park û Muhafezekirina Tebî’etê ve hat dayîn de werê hat gotin, li çoltera bajaroka Harmanli ya Navçeya Sergol'ê 2 kes neçîrîyê dikir.
2 nêçîrvanên ku li ser sûca êrîşî pezkuvîyên ku di bin parastinê de bûn kirin hatin girtin.
Li 2 kesên ku ji ber sûcê muxalefetî Qanûna Neçîrîya Bejayî yê muamela îdarî hat kirin û 507 hezar û 800 lîre ceza li wan hat birîn. (ÎLKHA)