• DOLAR 34.197
  • EURO 38.182
  • ALTIN 2897.665
  • ...
Rûsya: Êrîşên li ser Xezze'yê li herêmê aloziyê gur dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevka Wezareta Karên Derveyî ya Rûsya'yê Marîya Zaharova di daxuyaniya nivîskî belavkir de rewşa Xezze'yê nirxand.

Zaharova, diyarkir ku êrîşên li ser Xezze'yê li herêmê "aloziyê gur dike". Zaharova di daxuyaniya belav kir de werê got:

Moskova ji ber pêla şiddeta çekdarî ya di çarçoveya pevçûna Filistîn-îsraîl bi zêde endîşe dike. Em ji bûyerên ku dikarin bibin sedema pevçûnek leşkerî ya berfireh û xirabtirkirina rewşa mirovî ya li Xezze'yê pir bi fikar in. Em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku bi qasî ku dibe bila xwînsar bin, rê nedin ku çalakiyên leşkerî zêde bibin û vegerin pêvajoya agirbesta domdar.

Zaharova, bal kişand ku mesela Filistîn'ê gerek di çarçoveya qerarên Netewên Yekbûyî bê çareserkisin. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir