Li Kroatyayê otobûsa rêwîyan qelibî: 12 mirî, 31 birîndar
Hat destnîşankirin ku li herêma Varazdîna Kroatyayê otobûseke rêwîyan qelibî, di encama qezayê de 12 kes canê xwe ji dest dan û 18 jê giran tevde 31 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke bi plaqeya Polonyayê nêzê rêya A4 a li Brezînckî Humê sedema wê hêj nayê zanîn qelibî.
Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 12 kes canê xwe ji dest dan 18 kes jê giran tevde 31 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku kesên birîndar piştî midexeleya ‘ewil bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan, kesên ku mirine jî hatin rakirin mergê.
Hat hînbûn kesên ku mirine welatîyên Polonyayê ne. (ÎLKHA)