• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
HAMAS: Ew ê dijmina xaîn mecbûr bîmîne ku encama wan êrîşan bikşîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMAS, di peyamê de îfade kir ku Teysîr El-Ca'berî piştî fedakarîyên ku ji bona welatê xwe, xelqê xwe, de’wa xwe kirîye ji teref îşxalkeran ve di encama êrîşeke xaînî de hat şehîdkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Xelqê me yê Filistînê îro fermandarek û micahîdekî xwe winda kir, ew jî ket nav karwana fermandarên şehîd. Em ji ev tiştê re bi taybetî bal dikşînin ku dijmin wê hemû encam û geşedanên ku ev dijminatiya xayin bi tenê serê xwe bikşîne.”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin ku rejîma îşxalker ew ê ji metoda bi şehîdkirina van serokan û qehremanan negihêje rehetîyê û ew ê vê metoda wê jî bi neserfirazî encam bibe.

Ji ber êrîşên rejîma îşxalker li Xezzeyê sewîyeya elarmê hat zêdekirin û hemû nexweşxane û ekîbên alîkarîya ‘ewil ya tenduristîyê hatin rewşa amadebûnê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir