• DOLAR 32.266
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2412.231
  • ...
Digel hemû astengîyên rejîma îşxalker li Mescîdî Eqsayê 50 hezar kes nimêja Înê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin bi hezaran şênîyên Quds, Şerîaya Rojava û ‘erdên ku di bin îşxalê de ne digel pêleya germ, astengkirina rejîma îşxalker a ji bo têketina Qudsê û cihên derdorê Mescîdî Eqsayê komî kirin.

Sîyonîstên îşxalker ên ku li ser kuçeyên bajêr û derdorên Mescîdî Eqsa û derên Mizgeftê disekinîyan, ji Filistînîyên ku bi hezaran dihatin Mizgeftê re astengîyê derdixistin û nasnameyên wan ji wan digirtin.

Rejîma îşxalker bi taybetî di rojên Înê de ji têketina Mescîdî Eqsayê ya Filistînîyan re, ji nimêj kirina wan re astengîyê derdixe û daîma sînordarkirinê dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir