• DOLAR 32.807
  • EURO 35.151
  • ALTIN 2451.735
  • ...
Êsîr Nasir Ebu Hamîdê ku di Girtîgeha îşxalkeran de bû hat rakirin nexweşxaneyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nasir Ebu Hamîdê 49 salî yê ku li Ramallahê di nav kampekî de dijî, ji teref îşxalkeran ve ji sala 2002yan ve heta niha êsîr tê girtin. Digel nexweşîna wî yê qanser, zêdebûna nexweşîna wî û êş û elemên ku li ber çavan dikşîne nayê berdan.

Lijneya Karên Hatine Azadkirin û Êsîran di meha Tîrmehê de di daxuyanîyeke xwe de destnîşan kiribû ku rewşa tenduristîyê êsîr Nasir Ebu Hamîd ne baş e.

Parêzgerê êsîr Nasir Ebu Hamîd wî zîyaret kiribû û gotibû ku ew 4 seans tedawîya kemoterapîyê dibîne û ji teref doxtorên wî ve hatibû qerardayîn ku ew ê di meha Tebaxê de seansa wî yê 5emîn dest pê bike. Hat diyarkirin ku ew gelek janan dikşîne, bêdengîyê dikşîne, di meşê de pirsgirêk dikşîne û nikare baş hilma xwe bistîne, ji ber vê yekê di kursiya bi teker de ye û mecbûre ku daîma tupa oksîjenê bi xwe re bigerîne.

Qlûba Êsîran jî daxuyandibû ku ew derheqê rewşa êsîr Nasir Ebu Hamîd de tu agahîyek bidest nexistine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir