• DOLAR 32.965
  • EURO 35.297
  • ALTIN 2463.97
  • ...
Ozaslan: Ger ku cotkar zirarê bibîne ew ê memleket jî zirarê bibîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emîn Ozaslanê Serokê Bajara Rihayê yê HUDA PARê, her hefte roja Înê di seat 11.11an de pirsgirêkên Rihayê tîne rojevê û derheqê van pirsgirêkan de jî çareserîyan dibêje, Ozaslan vê hefteyê jî belavkirina pirsgirêk û çareserîyên Rihayê wek ku her hefte van pirsgirêk û çareserîyan belav dike diyar kir.

Ozaslan, îfade kir ku debrên cotkaran ji ber qutkirina ceryan û avê yê ku Riha paytexta zîreatê ye zîya bûye.

Cotkarên ku bi sîstema avdana bin erdê ‘erdên xwe avdan dikin îfade kirin ku ji ber rotasyona xeta bi hezar doniman ‘erdên debrên wan hatine li ber zîwabûnê.

Hinek cotkaran jî diyar kirin ku deynên wan ê ceryanê tuneye lê dîsa jî ceryanên wan qut dibin.

Ger ku cotkar zirarê bibîne ew ê memleket jî zirarê bibîne

Ozaslanê ku bi şîara “Ger ku cotkar zirarê bidîne ew ê memleket jî zirarê bibînepirsgirêkên cotkara tîne ziman weha got, “Hinekên wan ji qutkirina ceryanê, hinekên wan ji kêmasîya avê, hinekên cotkaran jî ji ku qet negihîjên avê gilîdar in. Li hember ew qas pirsgirêkan ka çareserî çî ye? Hikumet, ew ê cotkarên Rihayê teslîmê rehma şîrketên ceryanê neke, ew ê ji ev pirsgirêkê re çareserî bibîne. Gerek projeyên ku di çarçoveya projeya GAPê de hatine kirin û nîvî mane bi lez û bez bên dawîkirin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir