• DOLAR 32.317
  • EURO 34.672
  • ALTIN 2409.899
  • ...
3 keştîyê zadê derketin rê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Keştîyên bi navê Polarnet, Rojen û Navîstar ên ku 58 ton garis bar kirîne ji Ukraynayê derketin rê.

Di daxuyanîya wezaretê de weha hat gotin:

“Keştîyeke bi navê NAVISTAR a bi ala Panamayê ku ji Ukraynayê biçe Îrlandayê û 33 ton garis bar kirîye ji Bendera Odessayê derket rê. Keştî ji teref Navenda Koordînasyona Mişterek ve bê kontrolkirin.

Keştîya 2yemîn a ku ji Ukraynayê bi rê bikeve jî ji bona ku biçe Îngilistanê ji Bendera Çernomorskê bi rê ket. Teqîbata keştîya bi navê ROJEN a bi ala Maltayê ye jî ji teref Navenda Koordînasyona Mişterek ve bê kirin.

Keştîyeke bi navê POLARNET yê bi ala Tirkîye jî ji bona ku bê Karasuya Tirkîye ji Bendera Çernomorskê bi rê ket. Keştîya ku 12 ton garis barkirîye jî ji teref Navenda Koordînasyona Mişterek ve bê kontrolkirin..” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir