Di nava pakêtê ku bi kargo ji Stenbol’ê dihat şandin Ingiltere’yê de tiryak hat dîtin
Di operasyona li şîrketa kargoyê Şîşlî ya Stenbol’ê ye hat kirin de, di pakêta ku dihat şandin Ingiltere’yê de 412 xram metamfetamîn hat bidestxistin.
Ekîbên Miduriyeta Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Stenbol’ê, li ser agahiya di nava pakêtekê de ji Stenbol’ê tiryak wê bê şandin Ingiltere’yê ve, operasyon li şaxa kargoya hat kirin.
Operasyona ku duh se’et 15.00 çê bû; bi alîkariya kûçikên poz hesas li fîrmaya kargoyê lêgerîn hat kirin. Di lêgerîne de, pakêtê ku kûçik bertek nîşanda hat birin lêkolînê. Di kontorolên hat kirin de di nava çarçoveya eynikê de bi giranîya wê 412 xram bi veşartî tiryaka metamfetamîn hat bidestxistin.
Ekîbên ewlehiyê ji kamerayê ewlehıyê ku ya taxa kargoyê bû navnîşana gumanbar tespît kir, derheqê gumanbarê A.A.F. ku ji Stenbol’ê paket şandiye operasyon hat destpêkirin. (ÎLKHA)