• DOLAR 32.425
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2398.502
  • ...
Ji Muqteda Es-Sedr banga “hilbijartina pêşwext”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sedrê ku ji alîgirên xwe re berdewamkirina çalakîya rûniştina li Herêma Kesk a li Bexdayê kir, derê diyalog û  lihevhatinê girt.

Sedrê ku îddîa kir Nurî el-Malîkîyê ji Serokwezîrên berê ye daxwaz kirîye ku wî bikuje, betalkirina parlamentoyê û hilbijartina pêşwext daxwaz kir.

Hereketa Sedrê, di hilbijartina Cotmeh 2021an de partîya bûbû yekem û ji meclîsa ku 329 qoltix hene re 73 endam şîyandibû.

Alîgirên Sedrê, bi armanca protesto kirina Sudanî yê ku namzedê serokwezîrîyê yê Çarçoveya Koordînasyonê ye ku tê îddîakirin nêzê Îranê ye ketibûn nav Meclîsa ku li Herêma Kesk e û li vê derê dest bi çalakîya rûniştinê kiribûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir