KPSS betal bû
Prof. Dr. Bayram Ali Ersoyê Serokê OSYMyê daxuyand, rûniştina KPSSyê ku di 31ê Tîrmehê de hat kirin betal bû.
Ersoy, weha got, “Teqwîma nû yê derheqê îmtîhana ku betal bûye û hatîye taloqkirin de ew ê di demeke kurt de ji gel re bê daxuyandin.”
Ersoy, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku rûniştinên KPSSyê ên ku di tarîxên 6-7ê Tebaxê û 14ê Tebaxê de bên kirin jî hatin taloqkirin, ew ê ji bona îmtîhana ku ji nû ve bê kirin re jî pere neyê xwestin.
Ersoy, di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku teqwîma nû ya KPSSyê ew ê di 17ê Îlolê de dest pê bike û axavtina xwe weha domand, “Em bi dilê saf belavkirina hemû kêmasî û kêmandanîyê ji gel re, girtina tedbîran û cihê OSYMyê ku di nav qelbê xelqê xwe de qewettir bikin bibirryarin. Me tu dem nedixwest ku ev îmtîhanê betal bikirana û taloqbikirana û em ji vê pêvajoya jî ji hemû namzedên xwe uzrên xwe dixwazin.” (ÎLKHA)