• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Ji serokatîya OSYMyê re Bayram Alî Ersoy hat tayînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Recep Tayyîp Erdoganê Serokkomar, qerara ku derheqê tayînkirinê de ye di Rojnameya Fermî de weşand.

Prof. Dr. Halis Aygünê Serokê berê yê OSYM, piştî îddîayên derheqê rûniştina Lîsansa KPSS yê 2022yan ji wezîfeyê hatibû girtin.

Bayram Ersoy kî ye?

Bayram Ali Ersoy, di sala 1996an de ji Beşa matematîk a ODTUyê mezun bû.

Di sala 2012an de bû doçent, di sala 2017an de jî bû profesor.

Di navbera salên 2017-2020an de jî wezîfeya Şêwirmendê Rektor û Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Yildiz Teknîkê kir.

Ji sala 2020an heta niha jî jî Serokatîya Beşa Matematîkê yê Zanîngeha Yildiz Teknîkê bi kar tîne.

Gelek maqaleyên Ersoy di kovarên netewetî û navneteweyî de hatine weşandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir