Ji zîyareta Pelosî ya li Taywanê re bertek: Artêşa Çînê tetbîqat da destpêkirin
Artêşa Xelasîya Xelq ya Çînê (PLA), ji piştî destpêkirina zîyareta Nancy Pelosîya Seroka Mexlîsa Temsîlkarên Emrîqayê li Taywanê re li herêmê tetbîqata leşkerîyê da destpêkirin.
![Ji zîyareta Pelosî ya li Taywanê re bertek: Artêşa Çînê tetbîqat da destpêkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/5YYwoazhK35t_LRtZBL1xDdsyZs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/31/ji-ziyareta-pelosi-ya-li-taywane-re-bertek-artesa-cine-tetbiqat-da-destpekirin-b7f67d92.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Zîyaretkirina Nancy Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên ya Emrîqayê û lijneya ku bi 5 kesan sazdibe û bi wê re bûn li Taywanê kir, di naverbera Çîn-Emrîqayê de bû sedema rageşî û gengeşîyê.
Pelosî, 25 sal paşê bû seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê a ‘ewil ya li Giravê, Wezareta Karên Derve ya Çînê jî, ji ev zîyaretê re bertek nîşan da.
Wezareta Parastina Çînê jî, hefteya borî daxuyandibû, ger ku zîyareta Pelosî çêbibe ew ê “Artêşa Çînê wisa nesekine”.
PLA, piştî zîyareta Pelosî tetbîqateke mezin da destpêkirin.
Di tetbîqata ku li derdorê girava Taywanê hat destpêkirin de roketên ku gelek dûr diçin û fuzeyên konvansîyonel hatin şixulandin. Di tetbîqatê de balafirên herbê jî hatin bicihgirtin.
Hat destnîşankirin ku ew ê PLA di navbera 4-7ê Tebaxê de li 6 herêmên cuda yên ku Taywanê dorpêç dike tetbîqata leşkerîyê bike.
Çîn, li Taywanê bi çavê welateke cuda nanêre û li wê derê jî ‘erdê xwe dihesibîne. (ÎLKHA)