• DOLAR 35.367
  • EURO 36.512
  • ALTIN 2999.93
  • ...
Barzanî: PDK ji bo hilbijartinan her tim amade ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevdîtin îro li Selaheddîn hat kirin. Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê Karubarê Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi helkefta bîranîna 39 saliya jenosaydkirina Barzaniyan sersaxiyên xwe li Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku ji bo bi jenosaydnasandina wê tawanê, hemû hewlên xwe li navendên navdewletî de dide.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste ji bo çareserkirina giriftan destûr bingeha hevdû têgihiştinê be.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Barzanî wê yekê dûpatkir ku divê berbestên li ber hilbijartinê nemînin û hilbijartin li zûtirîn demê de bê encamdan û divê mafê pêkhatên neteweyî û olî jî parastî bê. Ji bo vê mebestê jî Partî(PDK) amadeye her bi sibê jî hilbijartin bêne kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir