Ji Ukraynayê sewqiyata zadê dest pê kir
Hat daxuyandin keştîya ‘ewil ku garis barkirîye û ji Bendera Odesseyê derketîye rê û ew ê biçe Libnanê îro di seat 08.30yan de birê ket.
Ji teref Wezareta Parastina Tirkîye ve daxuyanîyek belav kirin, di daxuyanîyê de hat îfadekirin keştîya ‘ewil ya zade barkirî yê di encama xebatên Navenda Koordînasyona Mişterek a li Stenbolê û Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Tirkîye hevdîtinên bi Wezîran de îro di seat 08.30yan de ji Bendera Odessayê birê ket.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku navê keştîyê Razonîye û bi ala Sîerra Leoneyê ye. (ÎLKHA)