• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Îran'ê hejmara mirîyên ji ber lehiyê derket 69'an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Alîkarî û Xelaskirinê ya Heyva Sor Mehdî Welîpur diyar kir ku ji ber felaketa lehîyê ku li gelemperîya welat de bi bandor e 69 kes jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî hê jî winda ne.

Welîpur diyar kir ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê tevî Fîrûzkuh'ê li her derê ku ji lehiyê zirar dîtîye tê kirin û hişyarî da ku ji ber berdewamiya baranê divê welatî ji qeraxên çem û qenalê dûr bisekinin.

Sekreterê Giştî ya Heyva Sor Yaqub Suleymanî jî derbarê mijarê de wiha got, lehî li 60 bajêr, 140 navçe, 516 gund û li 85 herêmî bibandor e, 1332 kes hatine neqilkirin cihê ewle û ji 5 hezar û 215 kesan re jî stargeha lezgîn hatiye dayîn.

Sekreterê Giştî ya Heyva Sor, diyar kir ku ew di nava hefteyekê de alîkarî dane 27 hezar 35 kesan.

Navenda Reveberîya Qeyran û Tehmîna Netewî welatîyan hişyar kir û destnîşan kir ku baranên zêde wê heta duşemê tesîra xwe bidomînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir