Serokê Giştî yê Partîya Bizûtnewey Îslamî Şêx Abdulazîz ji bo tazîyê li Yapicioglu gerîya
Serokê Giştî yê Partîya Bizûtnewey Îslamî Şêx Îrfan Alî Abdulazîz, ji bo tazîyeya Fadil Şanî'yê ku vê dawiyê wefat kiribû bi telefonê Yapicioglu gerîya.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdîstana Iraq'ê (Bizûtnewey Îslamî) Şêx Îrfan Alî Abdulazîz, ji ber minasebeta wefata Fadil Şanî'yê ku ji damezrînerên HUDA PAR'ê bû sersaxîyên xwe anî zimên.
Fadil Şanî'yê ku ji damezrînerên HUDA PAR'ê bû û demekê di nav HUDA PARê wezîfeya Alîkarîyê Serokê Giştî jî kiribû, ev 30 sal ji ber nexweşîya KOAH'ê tedawî didît.
Şanî'yê merhûm di 25'ê Tirmehê de, li Nexweşxaneya Îzmîr Katîp Çelebîyê ku li wir tedawî didît wefat kiribû. (ÎLKHA)