• DOLAR 32.384
  • EURO 34.756
  • ALTIN 2395.008
  • ...
Wuhan cardin hat xistin qarantînayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku li Wuhanê, wek bajarê ku yekem car Covid-19 lê hat tesbîtkirin, qaratînayeke 76 rojî hat tetbîqkirin, ji ber ku weqayên nû hatin tesbîtkirin, dîsa biryara qarantînayê ya 3 rojan hat girtin.

Bajarê ku dîsa nexweşî têde peyda bû 4 weqayên asemptomatîk hat ragihandin.

Rayedaran, di çarçevoya polîtîkaya "Weqayê sifir" de, di herêma Jîangxîa'ya ku tê de 4 weqa hatiye tespîtkirin de biryara qarantînayê ya 3 rojan hat girtin.

Li Jiangxia ku nifûsa wê ji 970 hezarî zêdetir e, qedexeyên bi navê "tedbîrên kontrolê yên demkî" dest pê kirin.

Sînema, kafeyên înternetê, klînîkên biçûk, cihên bazarê, îbadetgeh hatin girtin û konser, konferans, civînên mezîn jî hat qedexekirin.

Xizmetên veguhastinên komî giştikan hat sekinandin û hat gotin ku pêwistî tune be şêniyên herêmê bila dernekevin derve.

Her wiha hat diyarkirin ku li Jîangxia'yê "mehelên rîsktirîn" hatine tesbîtkirin û li derketina malên şêniyên van meheleyan hat qedexekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir