• DOLAR 32.591
  • EURO 35.058
  • ALTIN 2458.235
  • ...
Li Meksîka'yê teqîn: Mirîyek 10 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teqîn di febrîqeya ku li herêma San Francîsco-Totîmehuacanê wilayeta Puebla'yê ku cîhazên tendirustiyê çêdike de qewimî.

Li gorî çapemenîya Meksîka'yê li febrîqayê ji sedemeke nedîyar teqîn çêbû. Li feqbrîqeya ku di teqînê de xisarek zêde dît de karkerek jiyana xwe ji dest da, herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê îtfaîye û ekîbên tendirustîyê hat sewqkirin li cihê bûyer lê qewimîye. Ekîbên îtfaiyeyê şewata ku ji ber teqînîyê derketibû vemirand.

Hat qeydkirin ku kesên di teqînê de birîndar bûne bi ambûlansan hatin birin nexweşxaneyê û li wir hatin dermankirin, laşê pir kesên birîndaran jî şewitî bûn.

Rayedaran sebeba teqînîyê vedikolin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir