HUDA PAR: Hikûmet lazim e bi lez di sîstema perwerdehiyê de guherînên kokdar bike
HUDA PAR dest nîşan kir ku bi sed hezaran xwendekar di YKS'yê de 0 puan hilgirtibin ev encama sîstema perwerdehiyê ye.
Navenda Giştî ya HUDA PAR'ê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de li ser rojeva hundir nirxandin kir.
Di daxuyaniyê de parvekirina îstatîstîkên YKS'yê ya 2022'an ji teref OSYM hat bivîrxistin û hat destnîşankirin, encamên ezmûne derxist holê ku rewşa sîstema perwerdehiyê nedilxweşker e.
"Gerek gavên wêrek bên avetin, dest bê avêtin destnedayîyan"
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn, "Li gorî xebata OSYM'yê 'Daneyên Hejmarî ya YKS ya 2022'an' di danişîna 'TYT (Testa Têrdarî ya Sereke)' 3 mîlyon û 8 hezar û 287, di danişîna 'AYT (Testa Têrdarî ya Beşan)'de Mîlyonek û 852 hezar û 978 namzet ketin ezmûnê. Di îmtîhanê de 96 hezar û 518 xwendekaran sifir puan girtin. Encamên li ser qade jî, ji aliyek din ve xirabtirin. Li gorî encamên navborî di SAY. de 422 hezar xwendekar, di E.A. de 62 hezar xwendekar û di SOZ. de 72 hezar xwendekar ji ezmûnê sifir puan wergirtine."
Di ber berdewama daxuyaniya ku tê de hat gotin ku perwerdehiya piştî 12 salan ku bingehên wê rojavahêz, Kemalîst û sekûler e bi sed hezar xwendekar sifir puan kişandina wisa hat gotin: “Ev encamên ku tê wateya topavêtin û hilweşîna perwerdehiyê ye, nîşan dide ku çavkaniya pirsgirêkê pergala perwerdehiyê bi xwe ye. Sîstema perwerdehiyê ya ku ev sed sal e endeksî Rojava'yê ye hilweşiya ye. Hikûmet gerek bi lez di sîstema perwerdehiyê de guherînên kokdar bike. Gerek gavên wêrek bê avetin û dest bê avêtin destnedayîyan. Gerek dev ji rêbazên ku zirarê dide û fêde nade berdin. Gerek civateke pisporana berfireh bê çêkirin û xebatên bikok ên mawedarên wan dirêj bên destpêkirin. Her roja ku derbas dibe ji bo xortê me ziyane. Êdî lûksa windakirina nesla bê tune ye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dozgerê Komarê yê li Edeneyê bi rêya tora ku ji teref polêsan ve hatiye avakirin sewqiyata tiryakê dike û hat diyarkirin ku bedêla pereyî yê tiryakê bûye sedem ku hin xebatkarên kamuyê kirêya bazirganiyê bistînin.
"Rêbaz û tedbîrên mucadeleya li dijî tiryakê têrê nakin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sala çûyî derketibû holê ku tiryakên ku li Erdîşê di edliyeyê de tên ragirtin ji aliyê erkdarê dadgehê ve hatine firotin û beşeke girîng a bûyerên bi vî rengî di çapemeniyê de cih negirtine.Di berdewama daxuyaniyê de derbarê mijarê de wisa hat gotin: "Nayê qebûlkirin ku kesên ji dadwerî û yekîneyên ewlehiyê yên ku di têkoşîna li dijî tiryakê de stûneke girîng in, di demeke ku bikaranîna narkotîkê bi lez û bez wek nexweşiyê belav dibe, navbeynkariyê li karên wiha gemar bikin. Ev bûyer rê dide ku dewlet di têkoşîna li dijî tiryakê de hem rêbaz, hem tedbîr û hem jî mieyîdeyên cezayî re têrê wan nake."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di asta lokalî, herêmî û cîhanî de bazareke bazirganiya maddeyên bi zirar tuneye û berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ev bazar her tim ji aliyê xerab, dijminên ol û manewîyatê ve zindî tê hiştin. Malbat, saziyên perwerdehiyê û yên ku dewletê îdare dikin xwedî erkên mezin in ku gerek gelê me ji adetên xerab biparêzin."
Di daxuyaniyê de bang li rayedaran hat kirin û werê hat gotin, "Têkoşîna li dijî tiryakê hewceyek têkoşîneke piralî dike. Ne tenê kesên fîgûran, divê baronên di serê çiravê de jî bibin hedef, cî û meqama wî çi be bila bibe bila îltîmas bi kesî re neyê kirin. Divê dewlet tedbîrên pêwîst bigire da ku gihandina tiryakan ji holê rake, teftîşan zêde bike û mueyîdeyên cezayî pêk bîne."
"Divê muameleya me ya li hember koçberan li gor Îslamê û berpirsiyariyên me yên exlaqî be"
Bal hat kişandin ku di van rojên dawî de zêdebûna nijadperestî û dijminatiya li hemberî koçberan zêde bûne. Derheqê vê mijarê de ev tişt hatin gotin: "Welatê me di van salên dawî de di gelek warên cuda de îmtîhanên mezin dide. Yek ji van îmtîhanên herî mezin derheqê helwest û reftarên li hember kesên ku ji ber şer reviyane an jî bi hêviya kar koçî welatê me kirine ve girêdayî ye.
Tevgerên xirab yên bi taybetî li ser Sûrîyeyî, Efxanî û Pakîstanî hin mexdurîyetan derdixe holê ku ev hedef girtin bi vê çandê nayê. Ev helwestên neyînî ji aliyê zarokekî Sûriyeyî yê ku digot 'Ez însan im!' bi rûreşiya xwe derket holê.
Herkes dizane ku tu kes war û hezkiriyên xwe bi kêf bernade. Helwest û reftarên me yên li hember kesên ku bi revîna ji şer can, mal û namûsa xwe spartine me, divê li gorî Îslamê û erkên me yên exlaqî be. Ev şewata ku bi taybetî bi hevpeyvînên kolanan û hesabên operasyonê yên li ser medyaya civakî gurr dibe, ber bi gelên Rojhilata Dûr û reşik jî dest pê kir. Divê em mîrasa medeniyeta Îslamê ya ku mirovahî hînî cîhanê kiriye, weke ku heq dike hilgirin û bi dilekî şikestî xatir ji van mirovên ku li welatê me mazûvaniya xwe dikin nexwazin.”(ÎLKHA)