• DOLAR 32.653
  • EURO 35.099
  • ALTIN 2444.627
  • ...
Ji damezrînerên HUDA PAR'ê Fadil Şanî wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fadil Şanîyê ku ji yek damezrînerên HUDA PAR'ê bû rojên borî ji ber nexweşiya pişikê hat rakirin beşa lênerîna giran a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Katîp Çelebî ya Îzmîrê di 57 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Şanî bi salan ji Nexweşiya Kronîk a Kezebê ya Obstruktîf (NKKO) êş dikişand.       

Ji Yapicioglu peyama sersaxiyê:

Piştî wefata Şanî, Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekeriya Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de Yapicioglu werê got, "Înna lîllah we înna îleyhî racî'un. Yek ji damezrîner û cîgirê serokê partiya me Fadil Şanî ruhê xwe teslîmî Rehman kir. Ruhê te şad, wuslata te pîroz û cihê te jî bihuşt be birayê min rêzdar."

Fadil Şanî kî ye?

Di sala 1965'an de li Şemrex'a Mêrdîn'ê hat dinyê. Ji ber xizmetên Îslamî, di salên 90'î de ji ber zextên pêkhateyên dij-îslamî yên dewleta wê serdemê ji ber xizmetên wan ên Îslamî neçar ma jiyana koçberiyê bijî. Fadil Şanî ku di salên 2000’an de hat girtin û rastî îşkenceyên cuda hat, çend sal di girtîgehê de ma.

Di nav endamên damezrîner ên HUDA PAR'ê ya ku di Kanûna 2012'an de avabûna xwe îlan kiribû de cih girt.

Şanî ku nêzî 30 sale bi nexweşiya NKKO'yê ketiye, ji ber vê nexweşiyê dem bi dem li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Şanî'yê ku pirtûka wî ya bi navê "Yarasalar(Şevşevokan)" ji Weşanên Dua'yê derketiye, helbest jî dinivîsand.

Şanî zewicandî û bavê keçikekê bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir