Cenderme di ser qumarbazan de girtin
Li Îzmîrê di serdegirtina ku li hember wan kesên ku qumarê dilîzîn hat kirin de 149 hezar lîre ceza li 82 kesan hat birîn.
Li navçeya Bornovaya Îzmîrê, li mehelên Beşyol û Gokdereyê 82 kesên dema li du navnîşanan qumar dilîstin hatin girtin, ji wan kesan re 149 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn.
Derbarê 2 kesan de bi îdiaya "Ji bo lîstikê cih û derfet peyda kirine" de muameleya hiqûqî hat destpêkirin. (ÎLKHA)