Şivan 3 kesên diz bi tivinga nêçîrê kuşt
Li Sêwas'ê şivanek, bi tivinga nêçîrê ya ku îdia kir ji bo diziya heywanên ku diçêrîne hatiye 3 kesan qetil kir.
![Şivan 3 kesên diz bi tivinga nêçîrê kuşt](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/BEcUsMw82n0vXgsIjOKp7oxSsF8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/30/sivan-3-kesen-diz-bi-tivinga-necire-kust-501f9522.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer li gundê Kale'ya girêdayî navçeya Yildizelî'yê pêk hat.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Şivanê ku heta niha navê wî nehat hînbûn, bi tivinga nêçîrê gule li 3 kesên ku îdia kir ji bo diziyê hatine barand.
Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Ekîbên ku çûn herêmê diyar kirin kesên ku bi wesayitekê hatin cihê bûyerê û şivan wan gulebaran kiribû jiyana xwe ji dest dan.
Cenaze hat birin morga tiba edlî, şivanê gumanbar ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve hat binçavkirin. (ÎLKHA)