Seferên di navbera Îran-Çeçenistanê de dest pê dikin
Seferên rasterast di navbera Grozny (Cevherkale) û Tehranê de yekem car dê dest pê bikin.
Rêvebirê Firokexaneya Groznî ya Çeçenistanê Alvi Shakhgiriev ji medyaya Rûsî re ragihand, seferên balafiran ji Çeçenistanê ber bi Îranê ve dê rojên yekşemê pêk werin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Ji 7ê Tebaxa heta 23ê Cotmeha 2022an roja Yekşemê sefer tên kirin. Di dîrokê de ev dê bibe yekem sefera rasterast a di navbera Komara Çeçen û Îranê de. Hem ji bo geşepêdana geştiyariyê hem jî ji bo hevkariya aborî pir bi hêvî dide." (ÎLKHA)