Îşxalkerên siyonist 2 mucahîdan şehîd kirin
Zilm û zordarîya siyonistên terorîst û îşxalker berdewam dike.
Hat ragihandin di encama êrîşa siyonistên îşxalker de li herêma Şerîaya Rojava 2 mucahîdên ku endamên Tuxayên Şehîdên El Eqsayê şehîd bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin vê şeveqê siyonistên îşxalker li bajara Nablusa ku li bakurê Şerîaya Rojava di ser malan de girtin û êrîşan li dar xistin. Di dema serdegirtin û êrîşan de pevçûn û şer derket. Di encama êrîşa siyonistên îşxalker de li herêma Şerîaya Rojava 2 mucahîdên ku endamên Tuxayên Şehîdên El Eqsayê şehîd bûn.
Heyva Sor a Filistînê derbarê mijarê de destnîşan kir, kesên ku şehîd bûne kesên bi navê Abdurrahman Subuh û Muhammed el-Azîzî ye.(ÎLKHA)