• DOLAR 32.225
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2432.512
  • ...
Zulma Yûnanîstan'ê ya li dijî penaberan: 3 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Penaberan ji rêxistinên civata sîvîl a bi navê "Mafên Mirov 360 û Komîteya Yûnan a Penaberan" re ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Yunanîstan'ê ciwanek Sûrî bi lêdanê kuştin û 2 koçber jî bi tehmdana nava ava Çemê Merîç'ê ya Tirkiye'yê xeniqandin.

Di 14'ê Tîrmehê de 50 penaberên ku di nav wan de kal, pîr, jinên ducanî û 12 zarok jî hebûn, ku ji herêma Merîç'ê derbasî axa Yewnanîstanê bûn, ji teref hêzên ewlehîyê polîs û komandoyên biunîformayî ve hatin lêdan.

Hat diyarkirin ku ciwanê Sûriyeyî yê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Yûnanîstan'ê ve lê hatiye xistin, ji ber derbên ku lê ketine jiyana xwe ji dest daye. Paşê hêzên Yûnanî penaber neçar kirin ku bi avjeniyê vegerin cihê xwe. Ji penaberan 2 kes ji ber ku nikarîbûn avjeniyê bikin di çem de xeniqîn.

Polîtîkaya nemirovane ya hêzên Yûnanîstan'ê bi taybetî li dijî penaberan her ku diçe bertek nîşan dide. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir