Pereyên alîkariya çandinîyê îro tên dayîn
Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kirişçî ragihand ku dê îro pereyên desteka çandiniyê derbasî hesaban bibe.
![Pereyên alîkariya çandinîyê îro tên dayîn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/pWWEifci3kce5M2FRA5BvxU5K8M=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/29/pereyen-alikariya-candiniye-iro-ten-dayin-0c7bf0fd.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kirişçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de wiha got, "Îro em 87 milyon û 22 hezar û 278 TL pereyên desteka çandiniyê derbasî hesabên cotkarên xwe dikin."
Kirişçi diyar kir ku 68 milyon û 234 hezar û 2 TL ji van dayîna destekan Piştgiriya Veberhênana Pêşketina Gundan e, 9 milyon û 236 hezar û 854 TL jî Piştgiriya Projeya Destên Pispor, 9 milyon û 551 hezar û 422 TL jî Piştgiriya Hilberîna Tovê ya Sertîfîkayê ye. (ÎLKHA)