Li Stenbolê li dijî DAÎŞ'ê operasyon: 10 binçavkirin
Li 7 navçeya Stenbolê di 10 navnişanên cuda yê operasyonên hemwext de 10 gumanbar hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesên gumanbar li ser navê DAIŞ’ê fealiyetan kirine û di lêgerîna çalakiyê de ne.
Gumanbarên ku hatin binçavkirin piştî karên tenduristiyê ji bo îfadeyê hatin birin midûriyeta polîsan. (ÎLKHA)