Li Stenbolê tehqîqata teşebûsa çalakîyê yê li rejîma îşxalker: 3 girtin
3 kesên dinê jî ên ku li Stenbolê di encama tehqîqata teşebûsa çalakîya ku li hember rejîma îşxalker bê kirin de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
![Li Stenbolê tehqîqata teşebûsa çalakîyê yê li rejîma îşxalker: 3 girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/lb7lehyq8wZxa_Sx8ow0y_R04J0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/29/li-stenbole-tehqiqata-tesebusa-calakiye-ye-li-rejima-isxalker-3-girtin-1d979aec.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Stenbolê ve hat kirin de, 3 kesên ku Îranî ne û amadehîya çalakîyê dikirin ji teref dadgeha ku hatin sewqkirin ve hatin girtin û şîyandin girtîgehê.
Bi tevî şikdaran 3 heb demençe, 2 heb lazerên ku bi çekan ve tê girêdan, 3 heb dengbir û gelek gule hatin bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya tehqîqatê de, di encama operasyona ku di 17ê Hezîranê sala 2022yan de 5 şikdarên Îranî hatbûn qefaltin, di 29ê Hezîranê de jî hatin sewqê dadgehê û li vê derê jî derheqê kesek de qerar hat dayîn ku derketina derveyê welat ji wên re qedexeye û hat berdan, derheqê 4 şikdarên dinê de jî qerara girtina wan hatibû dayîn. (ÎLKHA)