Li Brezîlyayê li dijî rêxistina sûcê operasyon: 18 kes mirin
Li Rio de Janeîroya Brezîlyayê di operasyona ku ji aliyê polîsan ve li dijî çeteyekê hat lidarxistin de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Vila Cruzeiro (favela) ya li bakurê bajarê Rîo de Janeîro yê Brezîlyayê, li dijî komeke sûcdar ku erebe dizîne, banka talan kirine û taxên derdorê dagir kirine, operasyon hat lidarxistin.
Di encama şerê ku di operasyonê de derket de 16 endamên rêxistinê hatin kuştin û polîsek û sivîlek jî jiyana xwe ji dest dan.
Piştî pevçûnê polîsan dest danî ser gelek çekên lûle dirêj, fîşek, bombeyên destan û madeyên narkotik ên çeteyan, hin motorsîklet û maşîne jî desteser kirin. (ÎLKHA)