Zilamê kû bi herîkana ceyranê ket mir
Mehmet Kirmizî (24) yê ku li mehela çolter Gullogoc a navçeya Serê Kanîya Riha'yê ji bo temîrkirina elektrîkê hilkişiya stûnê, ji ber herîkana ceyranê ket jiyana xwe ji dest da.
Bûyer îro li mehela çolter a Gullogocê pêk hat. Li gorî îddiayan Mehmet Kirmizî (24) yê ku ji bo xerabûnê sererast bike hilkişiya dîreka ceyranê li cihê bûyerê ji ber herîkana ceyranê ket jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê ciwan ji bo karên otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Riha'yê.
Cenazeyê Kirmizî yê ku zewicandi bû û 4 zarokên wî hebûn piştî otopsiyê dê li mehela Gullogoc a çolteri ya navçeya Serê Kanî'yê wê bê definkirin. (ÎLKHA)