• DOLAR 32.179
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2428.384
  • ...
Ciwaneke Filistînî ji teref rejima îşxalker ve hat şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li bajara Rahatê ciwaneke 23 salî yê bi navê Enes Bekrî, di encama êrîşa ku li wî hat kirinde şehîd bû.

Derheqê ciwan de agahî hat dayîn ku ew ciwan şênîyê taxa El-Biîn a El-Celîl e ku di sala 1948’an de li herêma dagirkirî bû û herî dawî li bajarê Rahatê bi cih bûbû.

Kuştinên ku bi gelemperî wekî "çareserî" têne binav kirin, li dijî Filistîniyên ku li Herêma 1948 dijîn têne kirin.

Ji ber ku hêzên bi navê polîs ên rejîma dagirker li pey van cînayetan naçe û lêkolînên pêwîst nake, dibe sedema zêdebûna kuştinên kiryarên nediyar. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir